Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora cînayetên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayên kar ên di meha Sibatê de rû dan aşker kir. Di raporê de, hat diyarkirin ku desthilatdarî û karsazan salek pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin fersendê û wiha hat gotin: “Bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li gorî me tespît kiriye, ji ber Kovîd-19 herî kêm 848 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango Kovîd-19 bûye nexweşiya cîna karkeran.”
DI SIBATÊ 138 CÎNAYETÊN KAR
Meclîsa ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Sibatê de herî kêm 138 cînayetên kar rû dan û daneyên xwe yên têkildarî mijarê parve kir.
Danayên karkerên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ye:
“*Ji 138 kedkaran 113 jê karmend û karkerên mûçekarin.
*Ji 138 karkerên jiyana xwe ji dest dan 7 jê jin û 131 jê zilamin.
*4 karkerên zarok can dan û van zarokan di karên çandinî û înşaetê de jiyana xwe ji dest dan…
*46 karên temenê wan di ser 51’an re jiyana xwe ji dest dan.
*5 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. 3 ji van Sûriyeyî, 1 Îranî û 1 jî Ûgandali bû… *Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 6 jê sendîkayîbûn. Ev karker di karên tekstîlê û tenduristiyê de dixebitîn.”